Mesûd Barzanî gihîşt Bexdayê
![Mesûd Barzanî gihîşt Bexdayê Mesûd Barzanî gihîşt Bexdayê](/img/NewsGallery/2024/7/3/402667/FeaturedImage/77ddfe19-274b-4bac-8d33-788145b49c36.webp)
Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî gihîşt Bexdayê.
Baregeha Serok Barzanî li ser serdana xwe ya Bexdayê daxuyaniyek da.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û lijneya pê re îro piştî nîvro gihîştin Bexdayê û ji aliyê cîgirên serokwezîrê Iraqê Dr. Mihemed El Temîm û Dr. Fuad Husên û hejmarek ji rayedarên hikûmet û siyasî yên Iraqê ve hatin pêşwazîkirin.
Di daxuyaniyê de hat desnîşankirin ku biryar e di çarçoveya serdana xwe de Serok Barzanî li gel berpirsên hikûmeta Iraqê, aliyên siyasî û hejmareke balyozên welatên biyanî yên li Bexdayê bicive. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi deh hezaran kes ji bo piştgiriya ji berxwedana Xezzeyê û bertekên li hember normalîzekirina peywendiyên welatê xwe bi rêjîma sîyonîst re li bajarê Tancîrê ya Mexribê xwepêşandan kirin.
Di danê sibehê de, hêzên îşxalker piştî ku ew bi bombeyên deng û deng hedef girtin sera û zeviyên li başûrê bajarê Tulkarmê şewitandin. Niştecihên îşxalker li bakurê rojavayê Ramallahê jî li ser axa Filistîniyan kon vedan.
Nîjer, Malî û Burkîna Fasoya ku Tifaqa Dewletên Sahelê damezrandine di civîna ewil de danezana hevpar a ku sazkirina konfederasyonê pêşbînî dike îmze kirin.
Di êrîşa bi çek a li wilayeta Mîchîgana Emerîkayê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan, 19 kes jî birîndar bûn.