Navenda Lêkolînên Esîran: Rejîma îşxalker kuştina esîrên Filistînî di zindanên xwe de didomîne
Navenda Lêkolînên Esîran a Filistînî ragihand ku rejîma îşxalker di zindanên xwe de îşkence, birçîkirin û paşguhkirina esîrên Filistînî didomîne.
Navendê diyar kir ku 91 esîr, ku nasnameyên wan hatine eşkerekirin, şehîd bûne, û bi dehan esîrên ji Xezzeyê bi zorê winda bûne, û çarenûsa wan veşartî ye.
Navendê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 91 esîrên Filistînî yên ku di 3 salên dawî de nasnameyên wan hatine eşkerekirin di zindanên rejîma îşxalker de şehîd bûne, û çarenûsa bi dehan esîrên ji Xezzeyê hêna jî ne diyar e.
Navendê diyar kir ku nav û şert û mercên mirina esîrên ji Xezzeyê hatine esîrgirtin wekî beşek ji polîtîkaya windakirina bi darê zorê têne veşartin.
Navendê diyar kir ku hinek raporên rejîma îşxalker jî nîşan didin ku dibe ku hejmara esîrên Filistînî yên ku di girtîgehan de şehîd bûne ji hejmarên ku hatine weşandin zêdetir be. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li parêzgeha Bakurê Rojavayê Efrîqaya Başûr, ji ber hilweşîna keviran di madeneke terikandî de 14 madenvanên neqanûnî mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku di êrîşên li ser bajarê Zaporîjya û çend wargehên li herêma Dnipropetrovsk de neh kes hatine kuştin û 24 kes jî birîndar bûne.
Dadgeha Cezayê li Şamê, paytexta Sûrîyeyê, ji serokê berê yê rejîma hilweşiyayî Beşar Esed, birayê wî û fermandarê Firqeya 4emîn Mahir Esed, û Atif Necîb, serokê berê yê Şaxa Ewlekariya Sîyasî li Derayê re cezayê darvekirinê da.