Artêşên qaşo ya rejîma îşxalker a sîyonîst ku êrişî deverên curbicur ên Şerîeya Rojava ya îşxalkirî kir, 20 filistînî yên ku yek ji wan keçek ciwan, zarokek 8 salî yê birîndar û yek jî ji girtiyên berê hatibû berdan desteser kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya hevpar a Komeleya Girtiyên Filistînê û Komîteya Karûbarên Girtiyan a Filistînê ya girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê da hat destnîşankirin ku rejîma sîyonîst li herêmên curbecur ên Şerîeya Rojava ya îşxalkirî êriş pêk anîn.
Hat diyarkirin ku leşkerên qaşo yên rejima îşxalker a siyonîst di êrîşên bajarên Tulkerîm, Nablus, Tubas, Cenîn, Ramallah û El Xelîlê de 20 filistînî êsîr girtine.
Hat ragihandin ku di nava kesên ku hatine êsîrgirtin de keçeke ciwan, zarokek 8 salîyê birîndar û êsîrên ku berê hatine berdan jî hene.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşên malan de kesên êsîr hatine girtin û malbatên wan rastî lêdan û gefan hatine û malên wan jî tehrîp kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hejmara Filistîniyên ku ji 7ê cotmehê vir va dema ku rejîma sîyonîstî li dijî gelê Filistînê dest bi operasyonên tolhildanê yên sîstematîk kir, derket 8 hezar û 610an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku yek ji helîkopterên konvoya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî qeza kir.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Balafirên şer û topên rejîma terorê heta ber destê şeveqê êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê domand. Di encama êrîşan de yek jê rojnameger bi dehan Filistînî şehîd bûn.
Xalid Meşalê Berpirsîyarê Karên Derve yê HAMASê got ku, ew ji bo têk birina rejîma îşxalker û ji holê rakirina projeya sîyonîst bi fersendeke dîrokî rûbirû ne.