Balafirên herbê yên rejîma îşxalker ji cîhên cuda yên Xezzeyê re êrîşa asîmanî li dar xist, di encamê de zarok jî di nav de bi dehan Fîlîstînî şehîd bûn.
Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, li Xezzeyê qetlîam û qirkirina xwe didomîne.
Rejîma sîyonîst, ji êvarê heta serê sibehê êrîşî Refah, Dery-el Belah û Nuseyratê kir.
Di êrîşan de xanî û avahîyên sîvîlan hatin hedefgirtin.
Di êrîşan de bi dehan Fîlîstînî yên ku di navbera wan de zarok jî hene şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku gelek kes di bin kavilên xanî û avahîyan de asê mane.
Wezareta Tenduristîyê daxuyand ku di êrîşa rejîma sîyonîst de herî kêm 6 malbat hatin hedefgirtin.
Wezaret, destnîşan kir ku gelek birîndar hêj di bin kavilan de ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Xora Efxenistanê lehî pêk hat, di encama felaketa lehîyê de 50 kesan canê xwe ji dest dan, di felaketa li Faryabê de jî 7 kesan canê xwe ji dest dan.
Li Yemenê bi beşdarbûna bi hezaran însanan ji bo Xezzeyê destek hat dayîn û rejîma îşxalker jî hat lenetkirin.
Çeteyên sîyonîst, ji hewa, bejahî û behrê heta serê sibehê Refahê bombe kir.
Hikumeta li Xezzeyê destnîşan kir ku girtina derîyên sînorên “Refah” û “Kerem Ebû Salîm”, cardin li Xezzeyê bû sedema xelayê.