Rejîma îşxalker a sîyonîst li Quds û Şerîaya Rojavayê êrîşên xwe yên li dijî malan didomîne, herî kêm 15 Fîlîstînî hatin desteserkirin.
Di daxuyanîya niviskî ya ku ji teref Cemîyeta Êsîrên Fîlîstînê ve hatîye belavkirin de hat desntîşankirin ku rejîma îşxalker, li Quds, Ramallah, Tulkerîm, Nablus û Erîhayê êrîşî malan kirîye.
Di encama êrîşên ku li dijî xanîyan hatîye kirin de herî kêm 15 Fîlîstînî hatin desteserkirin.
Hat daxuyandin ku rejîma îşxalker a sîyonîst ji 7ê Cotmehê vir ve 8 hezar û 550 Fîlîstînîyan desteser kirîye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Keştîyeke ku ji bo sîyonîstan barê çekan di nav de bû, ji bona ku ji keştîyê re sotemenîyê bikê daxwazîya sekina di benderê Îspanyayê de şand, ew daxwaz ji teref hikumetê ve hat redkirin.
Li wîlayeta Kanoya Nîjeryayê di camîyekî de teqînek pêk hat, di encama teqînê de 11 kesan canê xwe ji dest dan.
Balafirên rejîma îşxalker ên sîyonîst heta serê sibehê êrîşên asîmanî li dar xistin, di encama êrîşê de pîrek û zarok jî di nav de herî kêm 14 Fîlîstînî şehîd bûn.
Li bajara Dusseldorfa Elmanyayê di avahîyekî de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 3 kesan canê xwe ji dest da, 16 kesan jî birîndar bûn.