Rejîma îşxalker a sîyonîst, li hin bajarên Şerîaya Rojavayê ya ku di bin îşxalê de ye êrîş li xanîyên Filistînîyan dike.
Rejîma îşxalker, li Meheleya Asker el-Qadîma rojhilata Nablûsê, êrîş li xanîyên Filistînîyan kir û wan bi hilweşîna xanîyên wan tehdît kir.
Rejîma îşxalker ku li hin bajarokên Cenîn, Tûlkerîm, Beytullahîm û El Xelîlê jî êrîşan kir, hin Filistînîyan derdest kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê ya li Xezzeyê ragihand ku dagirkeran di êrîşa xwe ya 8 mehan a li ser Xezzeyê de zêdetirî 100 zanyar, akademîsyen, mamosteyên zanîngehê û lêkolîner qetil kirine.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Ewrupa Yetîm Elî navê Rîma ku kalê wê ji wê re digot “Rihê Rihê Min” û li Xezzeyê ji teref çeteyên îşxalker ve hatibû şehîdkirin, li Etîyopyayê bi bîra avê bide jîyandin.
Ofîsa Medyaya Hikumeta Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşa rejîma îşxalkeran de yek jê pîrek 4 rojnamegerên dinê jî hatin qetilkirin.