Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a terorîst, ji Fîlîstînîyên ku li Xezzeyê ji cîhê xwe bûne û xwe sipartine Refahê re, bi broşûrên ku di hewayê de davêje dixwaze ku bila hinek taxan vala bikin.
Nifûsa Refahê berîya êrîşa îşxalkeran 280 hezar bû, lê niha ji ber êrîaş çeyetên îsraîlê 5 qet zêde bûye û gihaştîye 1,5 milyonî.
Li gorî xebera KANê ku televîzyona dewletê yê qaşo rejîma îşxalker e, artêşa îşxalê, ji hinek taxên ku li rojavayê Refahê ne re broşûran davêjin û di broşûran de tê xwestin ku bila wan taxan bêne valakirin.
Rejîma îşxalker berê vê herêmê “herêma ewle” îlan kiribû, lê vê gavê jî ji bona ku vê derê vala bikin broşûran belav dikin.
Di broşûra ku hat belavkirin de tê xwestin ku bila hinek taxan vala bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Papûa Nû Gîneyê hikumet, daxuyand ku hejmarê mirovên ku di bin axê de mane 2 hezarî derbas kir.
Balafirên aîdê rejîma îşxalker a sîyonîst, li bajara Refaha Xezzeyê, li dijî konên ku Fîlîstînîyên ji cîhên xwe bûbûn bombe barand. Di encama êrîşê de di nav de pîrek û zarok jî herî kêm 40 kes şewitîn û şehîd bûn, gelek sîvîl jî birîndar bûn.
Li balafira ku ji Dohaya paytexta Qeterê biçe Dublîna paytexta Îrlandayê birê ketibû ket nav turbulansê û di encamê de 12 kesan birîndar bûn.
Piştî ku ji teref Tugayên Qassamê ve sûretên êsîran hat belavkirin re li Tel Avîvê siyonistên îşxalker daketin kolanan.