Şêx Neîm Qasim: Em bi projeyekê ku berxwedana li Lubnanê ji holê radike re rû bi rû ne
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Şêx Naîm Qasim diyar kir ku Lubnan yek ji demên herî xeternak ên dîroka xwe ya dawî dijî û ew bi planeke berfireh re rû bi rû ne ku armanc ew e berxwedanê bi tevahî ji holê rake. Qasim got, "Berxwedan ne hatiye şikandin û ne jî paşve gav avêtiye."
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Şêx Naîm Qasim ragihand ku Lubnan di heyameke krîtîk de derbas dibe û got ku planeke berfireh li dijî berxwedanê û bingeha civakî ya piştgirê wê li welat tê bicîhanîn.
Qasim diyar kir ku metirsiya herî mezin a li ser pêşeroja Lubnanê bêbandorkirina berxwedanê ye, û got ku armanc ew e ku bi zextên sîyasî, leşkerî û aborî Hîzbullah ji qadê were rakirin.
Qasim diyar kir ku berxwedan ji bo dorpêçkirinê tê hedefgirtin, û destnîşan kir ku sînordarkirina derbasbûna ji hewayî, bejahî û deryayî armanc dike ku pêşî li pêşkeftina şiyanên leşkerî bigire. Wî zêde kir ku derengxistina hewldanên ji nû ve avakirinê jî beşek ji vê planê ye, û armanc ew e ku êşa kesên ku li deverên ku ji ber şer zirar dîtine kûrtir bibe.
Qasim diyar kir ku hewl hebûn ku di navbera artêşa Lubnanê û berxwedanê de fitneyê derxînin, lê bi saya helwesta sazî û berpirsên leşkerî, ev hewldan bi ser neketin.
Qasim diyar kir ku divê dagirkirina axa Lubnanê bi dawî bibe, û got ku berxwedanê di demên dawî de şiyanên xwe yên leşkerî, nemaze di pergalên çekan û balafirên bêmirov de, baştir kiriye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî raporên di çapemeniya Amerîkî de, îstîxbarata Amerîkî nirxandiye ku tê texmînkirin êrîşên hewayî yên zêdetir li dijî Îranê rejîma welat neguherînin. Di raporê de her wiha hatiye îddîakirin ku Serokwezîrê rejîma sîyonîst Binyamîn Netanyahu sê vebijarkên cûda pêşkêşî Serokê Emrîkayê Donald Trump kiriye.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Alî Zeydî got, "Me delîl xwest ku nîşan bidin Erebistana Siûdî ji axa me hatiye hedefgirtin, lê me tu bersiv negirt."
Li bakurê Pakistanê di êrîşeke çekdarî de 9 poêîs hatin kuştin û 28 kes jî birîndar bûn.
Li bendera Damietta ya Misrê, di teqînekê de du keştî zirar dîtin.