Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Nasrallah, bi lijneya HAMASê re hevdîtinê kir
![Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Nasrallah, bi lijneya HAMASê re hevdîtinê kir Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Nasrallah, bi lijneya HAMASê re hevdîtinê kir](/img/NewsGallery/2024/7/5/403084/FeaturedImage/f6f95edd-fd8f-4190-8565-09755e638e4e.webp)
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Seyyîd Hasan Nasrallah, bi lijneya HAMASê ya ku di bin serokatîya Dr. Xelîl el-Hayye de bû re hevdîtinê kir.
Hat îfadekirin ku di hevdîtinê de bi giştî meseleyên li Fîlîstînê bi taybetî jî meseleyên li Xezzeyê yên ewlehî û sîyasî û şert û mercên cepheyên ku destekê didin wek Libnan, Yemen û Iraqê jî hatin gotûbejkirin.
Meseleyên dawîn ên ku pêk hatine, pêşnîyazên ku ji bona dawîbûna êrîşên rejîma îşxalker hatine dayîn jî hatin bidestxistin.
Herdu alî jî bal kişandin ku koordinasyona sîyasî û sehayê bila bidomin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi deh hezaran kes ji bo piştgiriya ji berxwedana Xezzeyê û bertekên li hember normalîzekirina peywendiyên welatê xwe bi rêjîma sîyonîst re li bajarê Tancîrê ya Mexribê xwepêşandan kirin.
Di danê sibehê de, hêzên îşxalker piştî ku ew bi bombeyên deng û deng hedef girtin sera û zeviyên li başûrê bajarê Tulkarmê şewitandin. Niştecihên îşxalker li bakurê rojavayê Ramallahê jî li ser axa Filistîniyan kon vedan.
Nîjer, Malî û Burkîna Fasoya ku Tifaqa Dewletên Sahelê damezrandine di civîna ewil de danezana hevpar a ku sazkirina konfederasyonê pêşbînî dike îmze kirin.
Di êrîşa bi çek a li wilayeta Mîchîgana Emerîkayê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan, 19 kes jî birîndar bûn.