Siyonistên terorîst li Xan Yunusê dîsa qetlîam kirin: Hejmara şehîdan derket 40î
![Siyonistên terorîst li Xan Yunusê dîsa qetlîam kirin: Hejmara şehîdan derket 40î Siyonistên terorîst li Xan Yunusê dîsa qetlîam kirin: Hejmara şehîdan derket 40î](/img/NewsGallery/2024/7/22/406155/FeaturedImage/f73ba701-7a90-4658-8ac2-d13f681b0a8e.webp)
Hat ragihandin siyonistên terorîst û îşxalker careke din êrîş biribûn li ser Xan Yunusê û 27 kes şehîd kiribûn ku hejmara şehîdan zêde bû.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonistên terorîst û îşxalker vê şeveqê bi balafiran careke din êrîş birin li ser Xan Yunusê. Di encama êrîşên hovane yên ku hatin kirin de heta niha 27 Filistînî şehîd bûbûn û gelek kes jî birîndar bûbûn. Hat hînbûn hejmara kesên ku di vê êrîşa hovane de şehîd bûn derket 40î.
Kesên birîndar û naaşên wan kesên ku şehîd bûn hatin rakirin Nexweşxaneya Xan Yunusê.
Tê diyarkirin ji bilî qetlîamên ku tên kirin siyonistên îşxalker bi dara zorê Filistînîyan ji Xan Yunusê dide koçkirin.
Ji teref Parastina Sîwîl a Xazzeyê ve hat diyarkirin siyonistên terorîst daxwaz dikin ku zêdetirî 400 hezar kes koçî rojhilata Xan Yunusê bikin.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin siyonistên terorîst û îşxalker di 24 seatên dawî de 10 FIlistînîyên din jî esîr girt ku bi van êsîrgirtinên dawî hejmara wan kesên ku hatin êsîrgirtin derket 9 hezar û760 kesan
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Hat ragihandin îşxalkeran li Xazzeyê êrîş birin li ser konvoya Neteweyên Yekbûyî.