Sûrîye: Li baregeha hewayî ya ku rastî êrîşê hat de leşkerên Tirk tune bûn
Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyeyê Esed El-Şeybanî diyar kir ku wî rejîma îşxalker agahdar kiriye ku ti plan tune ku li Baregeha Hewayî ya Ebû El-Duhur, ku ji aliyê rejîma îşxalker ve hatiye lêdan, baregeheke leşkerî ya Tirkîyeyê ava bikin û ew tesîs ji bo bikaranîna ji aliyê Hêzên Hewayî yên Sûrîyeyê ve tê nûjenkirin.
El-Şeybanî tekez kir ku rayedarên leşkerî yên Tirkîyê di çarçoveya perwerde û çalakiyên hevkariya leşkerî yên berfirehtir de serdana baregehê kirine.
El-Şeybanî diyar kir ku tesîs bi piranî vala ye û hêj nexebitiye, û îddîayên li ser kombûna leşkerî ya Tirkîyê red kir.
El-Şeybanî diyar kir, "Niyet tunebû ku li wir baregeheke Tirkîyê were avakirin, hebûneke leşkerî ya daîmî ya Tirkîyê were avakirin, an jî hêzên Tirkîyê li ser erdê werin bicihkirin."
Şeybanî diyar kir ku rejîma îşxalker ji bo bombebaranê tu hincetek meşrû tune ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê, Tuxgeneral Huseyîn Muhibbî, diyar kir ku çekên Îranê di şerekî nû yê muhtemel de ew ê ji yên berê cuda bin, û di warên wekî serikên mûşekan, rastbûn û menzîla wan behsa pêşketinên girîng kir.
Li bakurê Efxenistanê ji ber teqîna tîpeke gazê ya metbexê 16 kes birîndar bûn.
Kîev, paytexta Ukraynayê, di şevê de bû hedefa mûşekên balîstîk. Piştî hişyariya êrîşa mûşekî ya ji aliyê Hêza Hewayî ya Ukraynayê ve, dengê teqînên bihêz li bajêr hat û hinek dever zirarên avahiyên ne-niştecîh û şewat dîtin.