Tirkîye, Erebistana Siûdî û Pakistan îro peymaneke hevbeş a parastinê îmze dikin
Li gorî çavkaniyên Siûdî û herêmî, Tirkîye, Erebistana Siûdî û Pakistan ew ê îro li Ciddeyê peymanek hevbeş a parastinê ya ku demek dirêj e tê danûstandin îmze bikin.
Tê gotin ku pêşketinên dawî yên li herêmê ev pêvajo lez kiriye û tê texmînkirin ku ev peyman hevkariya stratejîk a di navbera her sê welatan de bigihîne astek nû.
Tê texmînkirin ku îro li Cîddeya paytexta Erebistana Siûdî di navbera Tirkîye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de peymaneke hevbeş a parastinê were îmzekirin.
Li gorî çavkaniyên Siûdî, peyman wê bi amadebûna Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, Prensê Cîgir ê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman û Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf were îmzekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevî tedbîrên tund, xalên kontrolê û qedexeyên ketinê yên ku rejîma sîyonîst li Qudsê ferz kirine, nêzîkî 70 hezar Misilman nimêja înê li Mescîda Eqsayê kirin. Dagirkeran rê li ber bi gihîştina bi hezaran Filistîniyên ji Şerîaya Rojava girtin û gelek ji wan li xalên kontrolê hatin girtin.
Li parêzgeha Nonthaburi ya Taylandê, di êrîşeke çekdarî ya li ser dibistanekê de ku ji aliyê xwendekarekî 14 salî ve hatiye kirin, 8 kes mirine û 30 kes jî birîndar bûne.
Li wîlayeta Kordofana Bakur a Sûdanê, dijwarbûna pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de bûye sedema pêlek nû ya koçberiyê. Wêneyên satelîtê nîşan didin ku mezintirîn kampa penaberan li bajarê El Ubeîd di nav kêmtirî du hefteyan de bi sedan konên nû berfireh bûye.
Li herêma Sylhet a Bangladeşê, di encama lihevketina du otobusên rêwîyan de 8 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.