Trump: Me bi Venezuelayê re peymana petrolê ya herî mezin a dîroka cîhanê îmze kir
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku wan bi Venezuelayê re li ser peymana petrolê ya herî mezin a cîhanê li hev kirine. Li gorî agahiyan, ev peyman xebitandina 17 heta 21 zeviyên petrolê digire nav xwe û ji sedî 55ê hilberînê ji aliyê Emrîkayê ve tê dayîn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku wan bi Venezuelayê re peymaneke mezin a petrolê îmze kirine.
Trump di postekê de li ser hesabê xwe yê Truth Social diyar kir ku Wezîrê Derve Marco Rubio û Wezîrê Parastinê Pete Hegseth bi seroka demkî ya Venezuelayê Delcy Rodriguez re li hev kirine. Trump peyman wekî "peymana herî mezin a cîhanê" bi nav kir.
Li gorî raporan, peyman çarçoveyek berfireh ji bo bikaranîna rezervên petrolê yên Venezuelayê peyda dike. Li gorî raporên medyaya Amerîkî, nîqaş li ser 17 zeviyên petrolê yên ku rezervên wan ên îsbatkirî bi tevahî nêzîkî 90 milyar bermîl in, hatine kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa ÎHA ya ku li herêma Kordofan a Sûdanê li dijî komeke sivîlan pêk hat de, 8 sivîl hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî Dr. Muhammed el-Hindî, diyar kir ku encamên Tofana El-Eqsayê ew ê pêşeroja Filistîn û herêmê di dehsalên pêş de mîna bûyerên sala 1948an şekil bidin.
Li herêma Xaneqîn a Kurdistana Başûr a ser bi parêzgeha Diyala ya Îraqê di mezinahîya 4.4an de erdhejek qewimî.