Li zanîngehên Amerîkayê bertekên li hemberî qetlîam û jenosîda ku rejîma îşxalker a siyonîst li Xezzeyê dike dewam dike, hat diyarkirin ku polîsan herî kêm 2 hezar û 500 kes binçav kirin.
Ji 18ê Nîsanê vir ve li zanîngehên bi prestîj ên Amerîkayê xwepêşandanên alîgirên Filistînê tên lidarxistin.
Zexta li ser xwendekaran roj bi roj zêde dibe.
Xwendekar ji aliyê siyasetmedarên alîgirên siyonîst û her wiha ji aliyê polîs û xwepêşanderên ku piştgiriya rejîma îşxalker dikin rastî êrîşan tên.
Di çalakiyan de herî kêm 2 hezar û 500 xwepêşandêr hatin binçavkirin ku di nav wan de gelek mamoste û profesor jî hene.
Tevî merasîmên mezûniyetê yên ku tê plankirin hefteya bê li zanîngehan bên lidarxistin jî, tê payîn ku xwepêşandanên ji bo piştgiriya Filistînê bidomin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Xora Efxenistanê lehî pêk hat, di encama felaketa lehîyê de 50 kesan canê xwe ji dest dan, di felaketa li Faryabê de jî 7 kesan canê xwe ji dest dan.
Li Yemenê bi beşdarbûna bi hezaran însanan ji bo Xezzeyê destek hat dayîn û rejîma îşxalker jî hat lenetkirin.
Çeteyên sîyonîst, ji hewa, bejahî û behrê heta serê sibehê Refahê bombe kir.
Hikumeta li Xezzeyê destnîşan kir ku girtina derîyên sînorên “Refah” û “Kerem Ebû Salîm”, cardin li Xezzeyê bû sedema xelayê.