Rejîma îşxalker a sîyonîst ku li dijî Refahê ji bejahî û hewayê êrîş da destpêkirin, ji êvarê heta serê sibehê Fîlîstînîyan şehîd kir.
Êrîşên rejîma îşxalker a li dijî Refahê, heta serê sibehê berdewam kir.
Di encama êrîşên ku li dijî sîvîlan hatin lidarxistin de şehîd û birîndar çêbûn.
Balafirên îşxalê, ji rojhilata Refahê re gelek êrîşan li dar xist.
Bomberdûmana topên bi şîddet, derdorê Refahê, derdorê derîyê sînora Kerem Ebu Salîm û Taxa Es-Selamê hedef girt.
Ekîbên parastina sîvîl yên Xezzeyê, diyar kirin ku xanîyê malbatên Abu Amra, Al-Shamali, Al-Hams û Abdel-Alê ji teref balafirên terorîstan ve hatin bombekirin. Ekîban destnîşan kirin ku ew gelek şehîd birîndaran di bin kavilan de derxistine.
Balafirên terorîstan derdorê Walîtîya Refahê jî bombe kirin.
Di êrîşa ku balafirên îşxalkeran xanîyê malbata El Duraîlmîyê hedef girtin de şehîd û birîndar çêbûn.
Hat destnîşankirin ku balafirên sîyonîstan heta serê sibehê êrîşan kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Balafirên şer û topên rejîma terorê heta ber destê şeveqê êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê domand. Di encama êrîşan de yek jê rojnameger bi dehan Filistînî şehîd bûn.
Xalid Meşalê Berpirsîyarê Karên Derve yê HAMASê got ku, ew ji bo têk birina rejîma îşxalker û ji holê rakirina projeya sîyonîst bi fersendeke dîrokî rûbirû ne.
Ebu Ubeydeyê Berdevkê Tuxayên Îzzedîn El-Qassamê ku Baskê Leşkerî yê HAMASê ye destnîşan kir rejîma îşxalker leşkerên ku xwe yên îşxalker wezîfedar kiriye da ku parçeyên êsîrên siyonist bigerin.
Ji ber barana zêde li Brezîlyayê lehî rabû. Di encama lehîya ku rabû de 154 kesan canê xwe ji dest dan û 94 kes jî winda bûn.