Balafirên herbê yên rejîma îşxalker li Refahê malekî bombe kirin, di encamê de 3 jê zarok, 2 jê pîrek tev de 6 kes şehîd bûn.
Balafirên îsraîla terorîst, di seatên êvarê de êrîşî Refahê kirin.
Çavkanîyên tenduristîyê, diyar kir ku di êrîşê de 3 jê zarok, 2 jê pîrek tev de 6 Misilman şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin balafirên çeteyan Taxa El Zeytunê bombekirin.
Ekîbên parastina sîvîl yên ku girêdayê Walîtîya Xezzeyê ne, di nav mala ku li nêzê Stada Fîlîstînê ye hatîye bombekirin de 5 cenazeyê şehîdên ji malbata El Cabarîyê ne derxistin.
Îşxalkeran ji 7ê Cotmehê vir ve di qirkirina ku li dar xistin de 34 hezar û 683 kesan şehîd kirin, ji 78 hezar zêdetir Fîlîstînîyan jî birîndar kirin.
Wezareta Tenduristîyê destnîşan kir ku hêj bi hezaran mirov di bin kavilan de ne an jî di rêyan de winda ne, gihandina ambûlans û ekîbên tenduristîyê jî ji teref rejîma terorîst ve tê astengkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Xalid Meşalê Berpirsîyarê Karên Derve yê HAMASê got ku, ew ji bo têk birina rejîma îşxalker û ji holê rakirina projeya sîyonîst bi fersendeke dîrokî rûbirû ne.
Ebu Ubeydeyê Berdevkê Tuxayên Îzzedîn El-Qassamê ku Baskê Leşkerî yê HAMASê ye destnîşan kir rejîma îşxalker leşkerên ku xwe yên îşxalker wezîfedar kiriye da ku parçeyên êsîrên siyonist bigerin.
Ji ber barana zêde li Brezîlyayê lehî rabû. Di encama lehîya ku rabû de 154 kesan canê xwe ji dest dan û 94 kes jî winda bûn.
Di encama qezaya ku li Pakistanê pêk hat de 14 kesan canê xwe ji dest dan.