Li bajara Tulkerîma Şerîaya Rojava ya ku di bin îşxalê de ye ciwanekî Fîlîstînî di encama êrîşa nîşandarekî de giran birîndar bû.
Li herêma Zanabaya nêzê Kampa Tulkerîmê, ciwanek ji ber êrîşa îşxalkeran giran birîndar bû.
Wezareta Tenduristîyê, daxuyand ciwanê ku ji serê xwe giran birîndar bûye, ji Nexweşxaneya El-Îsra ya Tulkerîmê re hatîye rakirin.
Çapemenîya mehellî destnîşan kir ku ciwan ji ber êrîşa nîşandarekî yê îşxalker ji serê xwe birîndar bûye.
Di heman demê de Tûgayên Qessam ên li Tulkerîmê jî, bi tevî komên berxwedanê yên dinê tim û tim bi îşxalkerên ku dikevin nav Kampê re pevçûnê dikin.
Berxwedan, ji îşxalkeran re bi teqemenîyên ku bi destan têne çêkirin çalakî li dar xist.
Hat destnîşankirin ku şervanên berxwedanê wesayîtên îşxalkeran hedef girtine û hêzên îşxalê yên ku dixwazin bikevin nav kampê kirine binê barana guleyan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Xora Efxenistanê lehî pêk hat, di encama felaketa lehîyê de 50 kesan canê xwe ji dest dan, di felaketa li Faryabê de jî 7 kesan canê xwe ji dest dan.
Li Yemenê bi beşdarbûna bi hezaran însanan ji bo Xezzeyê destek hat dayîn û rejîma îşxalker jî hat lenetkirin.
Çeteyên sîyonîst, ji hewa, bejahî û behrê heta serê sibehê Refahê bombe kir.
Hikumeta li Xezzeyê destnîşan kir ku girtina derîyên sînorên “Refah” û “Kerem Ebû Salîm”, cardin li Xezzeyê bû sedema xelayê.