Li Stenbolê temamê hazirîyên ji bo bernameya “Mewlida Nebî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Cîhadê” wê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin, hatin temamkirin û bername bo coş û şahîyeke mezin dest pê kir.
Îro ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Stenbolê bernameya “Mewlida Nebî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Cîhadê” lidarxistin. Amadehîyên ji bo bernameyê tev qedîyan û cihê bernameyê û temamê bajêr bi pankart û afîşan hat xemilandin. Bernamaya ku li Qada Mîtîngê ya Yenîkapiyê tê lidarxistin û li ser ekranên Rehber TV û medyaya civakî zindî tê dayîn di seat 14.00ande dest pê kir.
Li qada bernameya Mewlida Nebî hat dîtin ji bo mêvan û ehlê bajêr birçî û bê av nemînin kermes hatiye vekirin û qada bernameyê bi al û bayraqên tewhîdê hatine xemilandin.
Her wisa li qadê hat dîtin ji bo zarokên windabûyî, kesên ku nexweş bikevin û ji bo îxtîyacên din ên însanan kon hatin danîn.
Bernama bi xwendina Quranê ya ji teref Xoce Yasîn Turna dest pê bike û bi xwendina mewlidê berdewam bike.
Di bernameyê de ew ê ji teref Serokê ‘Alimên Filistînê Dr. Newaf Tekrurî û Mehmet Goktaşê Serokê Fexrî yê Weqfa Evîndarên Pêxember ve axavtinek bê kirin.
Ew ê bernama bi xwendina îlahî û ezgîyan berdewam bike û ew ê bi diaya ku dê bê kirin bi dawî bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu beşdarî daxuyanîya çapemenîyê ya ku ji teref Serokatîya Navçeya Navenda Çewligê yê HUDA PARê ve hat tertîpkirin bû û di daxuyanîyê de îfade kir ku meseleya Xezzeyê meseleyeke li ser sîyasetê ye.
Li navçeya Ayvacika Çeneqqeleyê 24 koçber hatin qefaltin.
Li Êlihê di sehaya petrolê de karkerek ji ber ku ceryanê pê girt canê xwe ji dest da û du karker jî birîndar bûn.
Partiya DEMê piştî ku rêveberiya Şaredariya Sêrtê girt, biryarek ku wê bertekek mezin a gel bikişîne, girt. Qursa Quranê ya ku zarokên 4-6 salî lê perwerde dibûn ji bo avakirina mala sersaxiyê hat girtin. Ev biryar weke bêhurmetiyeke mezin a li hemberî bawerî û nirxên gel tê binavkirin.