Cevdet Yilmazê Alikarê Serokkomar got ku, “Netanyahu û hevalên wî yên ku ev sûcên li dijî mirovahiyê kirin û Ewên ku li ser desthilatdariyê ne û bêdeng man, zû yan dereng wê li pêşberî mirovahiyê hesabê vê bidin.”
Cevdet Yilmazê Alikarê Serokkomar, di heqê êrîşa bejayî li dijî Refahê ya artêşa qaşo yê rejîma sîyonîst de got ku, sûcekî nû li sûcên şer ên ji aliyê îşxalkeran ve hatine kirin, zêde kir.”
Yilmaz di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got;
“Îsraîl a ku rojekê piştî ku HEMAS’ê pêşniyarên Qeter û Misirê yên têkildarî peymana agirbestê pejirand, êrîşek bejahî li ser Refahê pêk anî, sûcên şer ên ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve li ser xaka Filistînê kiriye sûcek nû zêde kir.
Netanyahu û hevalên wî yên ku ev sûcên li dijî mirovahiyê kirin û Ewên ku li ser desthilatdariyê ne û bêdeng man, zû yan dereng wê li pêşberî mirovahiyê hesabê vê bidin
Em ê di bin serokatiya Serokkomarê xwe Birêz Recep Tayyîp Erdogan de ji bo ku rêveberiya îsraîlê ya ku hiqûqa navneteweyî binpê dike û tu rêgezan nas nake, ji ber van sûcên ku kirine bê darizandin û ceza ew heq dikin bigre, em ê bidomînin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji bona ku êrîşê rejîma îşxalker li Refahê li dar xist û ev bû 8 meh e li dijî Xezzeyê didomîne Dîyarbekirîyan xwe daxistin qadan û meş lidarxistin.
Li navçeya Islehîyeya Hetayê, di du gundan de vîrûsa nexweşîna harbûnê hat tespîtkirin, di encamê de herdu gund jî hatin kirin nav qerentînayê.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji ber sedema salvegera 64emîn a derbeya 27ê Gulana 1960an ku di dîroka Komarîyê de derbeya ewil e daxuyanî da û îfade kir, “Derbeya 27ê Gulanê, hem li dijî bawerîya xelkê hem jî li dijî mafê îdarekirina bixwe hatîye kirin.”
Li navçeya Wêranşara Rihayê di febrîqeyekî pemûyan de şewat derket.