Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Iraqê Miqdad Mîrî ragihand ku kesên şewat li bazarên Kerkûk, Duhok û Hewlêrê derxistine PKKyî ne.
Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Iraqê Miqdad Mîrî derbarê şewata bazar û kargehên li Herêma Kurdistanê û Iraqê de daxuyaniyek da.
Miqdad Mîrî û Rêveberê Giştî yê Encumena Wezareta Navxwe yê Herêma Kurdistanê Dr. Eymen Mîranî civîneke hevpar a çapemenîyê tertîp kirin. Mîrî di civînê de diyar kir ku li Herêma Kurdistanê bi hezaran dukan ji aliyê endamên PKKê ve hatine şewitandin.
Mîrî da zanîn ku 3 kesên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatine girtin têkilîya wan bi PKK’ê re heye û wiha got: “Yên ku niha li vir in ew kes in ku têkiliya wan bi PKK’ê re heye. Di dawîya sala 2023yan û di destpêka sala 2024an de li Dihok, Kerkuk û Hewlêrê dikan hatin şewitandin. Di encama lêpirsîna ku hat kirin de derket holê ku ev dikan bi qesdî hatine şewitandin.”
"Sûcdar sûcên xwe îtîraf kirin”
Mirî derheqê sedema derketina şewatê de wiha axivî: "Materyalên şewatê yên ku di nava paketên şîrînî an jî paketên cixareyê de diavêtin cihekî ku piştî demekê bişewite. Şewat di cih de derneket, piştî nêzî 10 saetan agir pê diket. Ji ber vê sedemê tîmên me yên pispor teknîk û teknolojiyên pêşkeftî li Herêma Kurdistanê û deverên din ên pêwendîdar bikar anîn."
"Mesûlê van bûyeran PKK ye"
Mîrî der barê bazar û kargehên ku ji teref PKKyîyan ve hatine şewitandin de ev agahî da: "Di 10'ê Cotmeha 2023'yan de hewl dan navenda bazirganiyê ya li Kerkûkê bişewitînin. Di 7'ê Nîsana 2024'an de careke din hewl dan ku navenda danûstandinê ya li Kerkûkê bişewitînin. Piştî van hewldanan Hewlêr kirin hedef. Bazara Lenge şewitandin.Li navenda Hewlêrê pazara Nîştîman şewitandin. Di 5ê Gûlanê de dîsa li Hewlêrê Çarşîya Hewlêrê şewitandin. Ekîbên me yekî şikdar digel maddeyên kîmyasal qefalt. Di encama lêkolîna ku hat kirin de ew maddeya ku hat qefaltin di şewitandina bazaran de hatiye bikaranîn. Mesûlê van bûyeran PKK ye.”
"Armanca wan ew bû ku derbekê li berjewendiyên îqtîsadî yên welêt bixin"
Mîrî di berdewama axavtina xwe de got ku : “Weke hûn jî dizanin ew rêxistineke qedexekirî ne, armanca wan ew bû ku derbekê li berjewendiyên îqtîsadî yên vî welatî bixin, herwiha xwestin ku aramiya Kerkûk, Duhok û Hewlêrê jî têk bibin. Ew dîsa hewl dan li Bexdayê jî heman hewldanan bikin. Bi van kiryaran hewl dan bandorê li ser aborî û ewlekariya Herêma Kurdistanê bikin. Armanca wan bi şewitandina bazarên navborî bû sedema endîşeya xelkê.Ev tiştên ku hatin kirin tev li feydeya PKKê ne. PKKyî her wisa plan dikirin ku li welatên cîran jî heman tiştî bikin.”(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç, derheqê êrîşên li dijî penaberên Sûrîyeyê de weha got, “Bûyerên ku li Qeyserîyê pêk hatine, cardin dide ber çavên me ku gotinên nefret ên li djiî penaberan têne gotin ji wehşetê re vegerîyaye.”
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan weha got, “Heta ku êrîşdarîya îsraîla ku di bin bireveberîya Netenyahuyê de ye neyê sekinandin, Tirkîye jî di nav de, li herêma me ew ê tu dewletek xwe di nav ewlehîyê de nebîne.”
Prof. Dr. Abdurrahman Şenyigit ku Pisporê Nexweşîna Singê ye, derheqê nexweşîna lejyonerê ku ji ber bikaranîtina klîmayê çêdibe de daxuyanîyên muhîm da.
Li Semsûrê di navbera du koman de bi gotinan nîqaş derket dûre nîqaş bi dar, kevir û kêran ji şer re vegerîya. Di encama şer de 4 kes birîndar bûn.