Sazîya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) qerara xwe ya derheqê encamên teqez ên hilbijartina 31ê Adarê, di hejmara îrî ya Rojnameya Fermî de weşand.
Di qerarê de rêjeya beşdarbûnê û rêjeya rayên partiyan ji bo hilbijartinên serokê şaredariya bajarê mezin, serokê şaredarî, endamtiya meclisa parêzgehan û endamtiya meclîsa şaredariyan hat dayîn.
Ahmet Yenerê Serokê YSKyê di heqê encamên teqez ên hilbijartinê de peyivî û got ku, di hilbijartinan de ku 34 partiyên siyasî beşdar bûne, 61 milyon û 441 hezar û 882 dengder di 207 hezar û 848 sindoqên dengdanê de hatine tomarkirin û 31 milyon û 85 hezar û 280 ji wan jin û 30 milyon û 356 hezar û 602 kes jî mêr bûne.
Piştî îtîrazê li Guzelyurta Aksarayê, Pinarbaşi ya Kayseriyê, Curnê Reş a Rihayê, Guneykaya ya Yildizeli ya Sêwasê, Pêr a Mêzgir a Dêrsîmê, Buyukkariştiran a Luleburgaza Kirklareliyê û Saglika Aksarayê jî biryar hat girtin wê di 2-ê hezîranê de hilbijartin wê şi nû ve bê kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Otomobîlfiroşan diyar kirin ku ji ber faîza zêde bazara wesayitên nû û yên desta duduyan sekinîye û diyar kirin ku ji bo ku bazirganî çêbibe divê faîz kêm bibe.
Li Kenyayê di qezaya ku encama firîna otobusa rêwîyan ber bi çemê ve de, 9 kes mirin, 17 kes jî birîndar bûn.
Di qezaya ku li Pendîka navçeya Stenbolê pêk hat de otomobîlek û texsiya bazirganiyê li hev qelibîn, 2 jê giran 4 kes birîndar bûn.
Li Kutahyayê di operasyonên ku li dijî endamên PKKyê hatin lidarxistin de 12 şikdar hatin girtin.