Yekşemê bi beşdarbûna bi sedhezaran kesan li Diyarbekirê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bi mijara “Rêberê Cîhadê Hezretî Muhemmed” bernameya Mewlida Nebî hat lidarxistin.
Kesên ku beşdarî bernameya ku Parka Newrozê bûn ji Weqfa Evîndarên Pêxember re spasîyên xwe anî ziman û daxwaz û hêvî kirin ku ev celeb bername bibin wesîleya xêr û bereket û yekîtîya alema Îslamê.
Evîndarên Pêxember ên beşdarî bernameya Mewlida Nebî bûbûnî hêstên xwe ji ÎLKHAyê re gotin, ji Misilmanan re banga alikarîya li Filistînê û Xezzeyê kirin.
Yek ji wan kesên ku beşdarî bernameya Mewlida Nebî bû kesê bi navê Sertîp Ozdemîr bû ku ew derbarê ehemmîyeta rojê de hest û ramanên xwe anî zimên û got ku, “Em bi heyecan in ku li vir di bûyerek wiha de ne. Em hêvîdar in ku bûyerên wiha bibe sedema vejîn, şiyarbûn û yekîtiya ummetê. Di demeke ku ummet ji ber Xezzeyê di tengasiyê de ye, ev bûyer hinekî hêviyê didin me. Em hêvîdar in ku Xwedayê mezin wê bi xêr û bereket bike.”
“Xezze birîna me yê bixwîne”
Çend kesên din ên ku beşdarî bernameyê bûn fikr û ramanên xwe yên derbarê mijarê de û girîngîya rojê de wisa anîn zimên
Şêxmûs Doymuş: “Em her sal bi malbata xwe re li benda vê rojê ne. Em dixwazin Pêxemberê xwe di her kêliyê de, li her derê bibîr bînin. Xezze birîna me ya bi xwîn e, heta ji destê me tê em hewl didin tiştekî bikin, lê kar bi me naqede. Em ji mezinên xwe dixwazin ku ji bo sekinandina vî şerî û wehşetê hewl bidin. Xwişk û birayên me yên Misilman li wir birçî ne, bê mal in, em ne rehet in, em bi wan re ne, em bi nimêja xwe bi wan re ne. Xwedê deriyên xêrê ji birayên me yên Misilman ên li Xezzeyê re veke.
Îbrahîm Aksoy: “Hemd ji Xwedayê mezin re ku me gihand Eşqa Mihemmedî. Îro dema ku Eşqa Muhammedî tê pîrozkirin û jidayikbûna bi bereket pêk tê, li aliyê din li Xezzeyê misilman tên qetilkirin û şehîdkirin. Girêdana evîna Muhammed a Diyarbekirê heta Filistînê jî dirêj dibe. Xezze cihê zayîna rasteqîn a pîroz e, ku baweriya doza Îslamê lê hat jiyîn. Gotineke Ustad Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî heye. Dibêje: Yê ku bigihîje îmana rast, meydan li gerdûnê dike. Erê, ev gelê Xezzeyê ye ku îro gihîştiye baweriya rast û yên ku meydan li gerdûnê dikin. Divê îro Misliman bi qasî ku ji destê wan tê bila boykot bikin û her çalakîya ku ji destê me tê bikin. Em ê bi hezkirina eşqa Mihemmed xurt bibin.”
Mehmet Selîm Kavak:
“Micadeleya jiyana Pêxemberê me li vir ji me re tê vegotin. Pêxemberê me ji bo me mînaka herî mezin e. Li gorî min divê her kes beşdarî bernameyên wiha bibe.”
Abdûllah Demîr:
“Em ji Bedlîsê tên, em hatin bernameya Mewlida Nebî. Ev hestek e ku divê were jiyîn. Em hêvîdar in ku ev bûyer ji bo ummeta Îslamê bixêr be û bibe sedema azadîya Filistînê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokkomar Erdogan, li ser telefonê bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Elîyev re hevdîtinê kir.
Wezîrê Karên Hindir Elî Yerlîkaya, destnîşan kir ku di encama operasyona ku li 17 bajarî li dijî mirovên ku tiryakê difroşin û çêdikin hatin lidarxistin de, 1 ton û 27 kîlo tiryak, 16 milyon û 218 hezar jî hebên tiryakê hatin bidestxistin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li ser rêya Rêya Hevrîşima navneteweyî qezaya trafîkê pêk hat, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da.
Ji ber qezaya helîkoptera ku li Îranê pêk hat, li Tirkîyeyê jî ji bo rojekî şîna netewî hat îlankirin û al heta nîvî hatin daxistin.