Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye, telefonî Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan kir û hûrgilîyên agirbesta ku qebûl kirine parve kir.
Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye, vê êvarê telefonî Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan kir, ji wî re diyar kir ku tevger peymana agirbesta ku du roj berê ji birayên navbeynkaran standîye qebûl kirîye û hûrgilîyên peymana ku qebûl kirine parve kir.”
Tevgera HAMASê, di daxuyanîya ku belav kir de, ragihandibû ku ew agirbesta ku navbeynkaran pêşkêş kiribûn qebûl kirine.
Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de weha hat îfadekirin, “Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye, telefonî Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Îstîxbarata Misirê kir û qebûlkirina pêşnîyaza ‘derheqê peymana agirbestê de’ diyar kir.”(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Edîrneyê 19 koçberên ku hate tespîtkirin bi rêya dizî ketine welat hatin girtin.
Weqfa Êtîman ji ber lehiyê li gelek parêzgehên Efganîstanê ji bo gelê Efxan ku hewcedariya wan bi alîkariyê heye, banga alîkariya lezgîn kir.
Li ser rêya Bidlîs-Wanê otobusa rêwiyan ji kontrolê derket û li nêzî gundê Yoncabaşi (Şukranîs) ket çemê. Di qezayê de 7 rêwî birîndar bûn.
Otomobîlfiroşan diyar kirin ku ji ber faîza zêde bazara wesayitên nû û yên desta duduyan sekinîye û diyar kirin ku ji bo ku bazirganî çêbibe divê faîz kêm bibe.