HUDA PARa ku piştî 7ê Tîrmehê li Enqereyê bi şîara “Sîstema Adil Belavkirina bi Heq” Kongreya Mezin a Asayî ya 5emîn lidarxistibû civîna ewil tertîp kir, di civînê de wezîfeya Dîwana Serokatîyê hat eşkerkirin.
Endamên Sazîya Îdareya Giştî (GÎK) ku di bin serokatîya Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu de civîyan, di navbera 15 Alîkarên Serokê Giştî de wezîfeyan belav kirin û ji raya giştî re parve kirin.
Wezîfeyên ku ji Alîkarên Serokê Giştîyan re hatine dayîn ewakî ne:
“Wekîlê Serokê Giştî Halef Yilmaz, Serokê Teşkîlatê
Wekîlê Serokê Giştî Şahzade Demîr, Serokê Karên Sîyasî
Alîkarê Serokê Giştî Îshak Saglam, Serokê Karên Hiqûq û Mafên Însan
Alîkarê Serokê Giştî Serkan Ramanli, Serokê Bireveberîya Mehellî û Karên Hilbijartinê
Alîkarê Serokê Giştî Huseyîn Îmîr, Serokê Têkilîyên Derve
Alîkarê Serokê Giştî Mehmet Eşîn, Serokê Têkilîyên Xelkan
Alîkarê Serokê Giştî Yahya Ograş, Serokê Karên Perwerdehîyê
Alîkarê Serokê Giştî Abdullah Aslan, Serokê Karên Civakî
Alîkarê Serokê Giştî Yunus Emîroglu, Serokê Çapemenîyê
Alîkara Serokê Giştî Aynur Sulun, Seroka Malbat û Pîrek
Alîkarê Serokê Giştî Faruk Dînç, Serokê Polîtîqayên Ciwanîyê
Alîkarê Serokê Giştî Hamdî Aslan, Serokê Karên Îdarî û Malî
Alîkarê Serokê Giştî Mahmut Îrtem, Serokê AR-GE
Sekreterê Giştî Huseyîn Yilmaz.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya daxuyand ku li 2 jê di lîsteya porteqal de 2 jê jî di lîsteya gewr de 4 PKKyî hatine kuştin.
Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu bal kişand ku Partîya DEMê di van demên dawîn de li Dîyarbekirê li pey kaosê ye û weha got, “Vêya bîrva nekin, em ê tu dem misade nekin ku hûn zarokên xelkê bînin hemberî hev.”
Li Rihayê li dijî tiryakê operasyon hat lidarxistin, di encama operasyonê de 6 hezar heb hebên tiryakê hatin bidestxistin û 3 kes jî hatin binçavkirin.
Di encama teqîna ku li Enqereyê pêk hat de kesekî canê xwe ji dest da , 3 kes jî birîndar bûn.