HUDA PARê ji bo şewata Çinar û Şemrexê pêşnîyaza qanûnê da
![HUDA PARê ji bo şewata Çinar û Şemrexê pêşnîyaza qanûnê da HUDA PARê ji bo şewata Çinar û Şemrexê pêşnîyaza qanûnê da](/img/NewsGallery/2024/6/28/401804/FeaturedImage/9c293aa7-3cc9-4e53-aa18-65041cc95f0f.webp)
Sekreterê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, ji bona ku herêma şewata li Çinar û Şemrexê ku 15 kesan canê xwe ji dest dabûn bibe “herêma afetê” ji Meclîsê re pêşnîyaza qanûnê da.
Parlamenter Demîr, di pêşnîyaza qanûnê de van îfadeyan bikaranît:
“Di encama şewata ku di 20ê Hezîranê roja Pêncşemê de li Çinara Dîyarbekir û Şemrexa Mêrdînê derket de 15 kes wefat kiribûn, ji 60î zêdetir mirov jî birîndar bûbûn. Dîsa şewat bû sedema mirin û birîndarbûna nêzê 1000 heb heywanan.
Li Dîyarbekirê, li gundên Tobîn, Baxcax, Herberê û Bodikana Çinarê 7 hezar û 900 donim erd şewitîye, ji vana 1111 dekarê wî jî erdê ku hêj genim di nav de bûye ne. Xeyn ji vana traktorekî û 14 heb tesîsên avdanê jî şewitîne. Li gundê Tobînê 924 pez telef bûye.
Li Mêrdînê; li gundên Dirînê û Reşana Şemrexê jî 7 hezar dekar erd şewitîye. Ji vana jî 4 hezarê wan hêj nehatîye debrkirin. Gelek amûrên avdana cotkaran jî zerarê dîtîne û şewitîne.
Ji bona ku welatîyên li herêmê dijîn zerarên wan ên meddî û menewî ku rûbirû mane bê dayîn û mexdurîyetên wan ji wan bê birîn, sibe disbe afetên wek ewakî neyên jîyankirin û tedbîrên hewce bêne standin, li herêmên ku şewat derketîye çeşîdîya bîyolojîkî bi lez û bez ji berê re vegere û herêm di warê bîyolojîyê de bê dewlemendkirin; ji ber ku dewlet dewleta civakî ye û bawerîya welatîyan a ji dewletê re ji nû ve bê tesîskirin derdorê Dîyarbekirê û Mêrdînê wek herêma afetê bê îlankirin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Walîtîya Stenbolê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Hat ragihandin li navçeya Torbaliya Îzmîrê di avahîyekê de ji ber xazê teqîneke dijwar pêk hat.
Hat ragihandin şewata daristanê ya ku ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn sedema wê çi ye û li 5 navçeyên Îzmîrê dest pê kiribû hêj berdewam dike.
Hat ragihandin di encama operasyona ku hat kirin de 21 koçber hatin girtin.