Serokê Ofîsa Hewlêrê ya Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serxwebûna Iraqê Merîwan Muhammed, daxuyand ku ji bo hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê pêvajoya serlêdana namzed û partîyên sîyasî hatîye dirêjkirin.
Merîwan Muhammed weha got, “Dîroka dawîn a namzedên ferdî û sazbûna koalîsyonê û serlêdanên fermî yên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê îro bû encax dîroka dawîn heta 4ê Tîrmehê hatîye dirêjkirin.”
Muhammed weha berdewam kir, “Di merhaleya ewil de 10 partîyên sîyasî lîsteyan pêşkêş kirin û bi qurayê lîsteyên xwe standin, di merhaleya duyemîn de jî partîyên sîyasî qeydên xwe kiribûn û bi tevî vana hejmarê partîyên sîyasî yên ku qeydkirîne gihaşt 12an.” Muhammed destnîşan kir ku 2 koalîsyon, 14 namzedên Tirkmen, 7 namzedên Xristîyan û 14 namzedên giştî hene û bi tevî vana jî di merhaleya ewil de 18 namzed serlêdanê kiribûn.
Merîwan Muhammed weha berdewam kir, “Partî û namzedên ku hatibûn nimerekirin ew ê dîsa wisa bimînin û neyên guhertin. Nimereya partî û namzedên merhaleya duyemîn, ew ê piştî belavkirina reqeman bêne diyarkirin.”
Berdevkê Serokatîya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab, daxuyandibû ku ew ê hilbijartinên parlamentoyê di 20ê Cotmeha sala 2024an de bê kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li naçeya Şemrexa Mêrdînê tir û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 1 jê giran 6 kes birîndar bûn.
Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hem ji bona ku destekê bide ji berxwedana Xezzeyê re û hem jî bi munasebeta salvergera 99emîn a şehadeta Şêx Seîd Efendî ku ji teref Dadgehên Îstîklalê ve hatibû şehîdkirin daxuyanîya çapemenîyê li dar xist.
Li navçeya Bêrecûka Rihayê, ji ber nerazîbûna erdan bi dar û kêran şer derket, di encamê de 20 kes birîndar bûn.
10 gûlên camîyê ku di sala 1992yan de ji teref PKKê ve ku li gundê Sûsaya Farqîna Dîyerbekirê hatibûn qetilkirin, ew ê bi organîzasyona ku ji teref Sûsa-Derê ve roja Yekşemê di seat 17.00an de bê tertîpkirin bêne yadkirin.