Ji ceryanê re ji sedî 38 zem hat kirin
![Ji ceryanê re ji sedî 38 zem hat kirin Ji ceryanê re ji sedî 38 zem hat kirin](/img/NewsGallery/2024/6/28/401781/FeaturedImage/cf0e7492-9198-4697-abf9-5331fb6a6700.webp)
Ji ceryanê de di pileya ji sedî 38 zem hat kirin. Terîfeya nû ew ê ji 1ê Tîrmehê şûnda derbasdar bibe.
Sazîya Çêkirina Pîyasaya Enerjîyê (EPDK), daxuyand ku ji ceryanê re ji sedî 38 zem hatîye kirin.
Bi tevî vê zêdebûnê aboneya xanîyekî ku 100 kWh ceryanê dişxulîne ew ê 207,23 TL heqê wî bide.
Li gorî vê daxuyanîyê ji xanîyekî re ji sedî 38, ji çandinîyê re ji sedî 30, ji bo raya giştî û sektora teybet jî ji sedî 38 û ji bo kademeya bilind jî ji sedî 20 zem hatîye kirin.
Hat destnîşankirin ku ew ê tarîfeyên nû ji 1ê Tîrmehê şûn va derbasdar bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Walîtîya Stenbolê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Hat ragihandin li navçeya Torbaliya Îzmîrê di avahîyekê de ji ber xazê teqîneke dijwar pêk hat.
Hat ragihandin şewata daristanê ya ku ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn sedema wê çi ye û li 5 navçeyên Îzmîrê dest pê kiribû hêj berdewam dike.
Hat ragihandin di encama operasyona ku hat kirin de 21 koçber hatin girtin.