Ji xwediyên pasaportên dîplomatîk ên Sûrîyê re muafîyeta bêvîze
Biryara dayîna bêvîze ji bo xwediyên pasaportên dîplomatîk ên Sûrîyeyê ji bo sefera Tirkîyeyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Fermana Serokkomar a der barê muafiyeta vîzeyê ya welatiyên Komara Erebî ya Sûrîyeyê yên xwedî pasaportên dîplomatîk ên ku diçin Tirkîyeyê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gorî biryara ku bi îmzeya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan hatiye weşandin, welatiyên Sûrîyeyê yên xwedî pasaportên dîplomatîk ji bo wezîfeyên li Tirkîyeyê, ji bo serdanên geştiyariyê yên ku di nav her 180 rojan de herî zêde 90 rojan dewam dikin û ji bo derbasbûna transît ji Tirkîyeyê bê vîze ne.
Ev biryar li gorî maddeya 18emîn a Qanûna Jimare 6458 a li ser Biyaniyan û Parastina Navneteweyî hat dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Xarpêtê mînîbûsek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 jê zarok tev de 7 kes birîndar bûn.
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr di bersiva êrîşa rejîma sîyonîst a li ser Baregeha Hewayî ya Ebû Zuhur a li Sûrîyeyê de diyar kir ku divê Tirkîye bersiveke berbiçav û zelal bide van êrîşan.
Li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê, wesayîteke bazirganî ya sivik kontrola xwe winda kir û bi qasî 600 metreyan ji zinarê ket xwarê. Di qezayê de çar kes mirin û pênc kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran giran e.