Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bo Musab Halafê rêvebirê Hereketa Cemaeta Îslamîya Libnanê ye û Bîlal Halafê endemê cemaetê ye ku ji teref êrîşa rejîma îşxalker hatin şehîdkirin re ji Cîgirê Serokê Hereketê Dr. Îmad Hûtê re taziya xwe pêşkêş kir.
Duh di êrîşa rejîma îşxalker a li ser gundê Meydûn ê herêma Geliyê Beka ya li nêzî sînorê Sûriyê yê Lubnanê de; Rêveberê payebilind ê Tevgera Cemaeta Îslamî ya Lubnanê Musab Halaf û endamê cemaetê Bîlal Halaf hatin qetilkirin.
Ji gelek deverên alema Îslamê peyamên sersaxiyê û taziyeyê tên.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku beşdarî Konferansa 5.a Platforma Qudsê ya Navbera Parlementera bû ku li Stenbolê li otelekê hat lidarxistin, Dr. Îmad Hûtê Alîkarê Serokê Giştî yê Cemaeta Îslamê ya Lubnanê ku ji beşdarên konferansê bûbû sersaxîya Musab Halafê yek ji rêveberên Cemaeta Îslamê ya Lubnanê ku di êrîşa rejîma dagîrker de şehîd bû û ji bo endamê cemaetê Bîlal Halaf re xwest.
Di civîna ku Alîkarên Serokên Giştî yên HUDA PARê Abdullah Aslan û Mehmet Eşîn lê amade bûn de Yapicioglu ji bo gelê Lubnanê bi taybetî ji endam û dildarên Cemaat-î Îslamê re sersaxî xwest. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Wartoya Mûşê di wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Di encama qezaya ku li Edeneyê pêk hat de 2 jê giran tevde 6 kes birîndar bûn.
Ji teref Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê ve ji bo 10 bajaran hişyarîya baranê hat kirin.
Hat ragihandin li navçeya Sêwêreka Rihayê li ber avahîyekê pitikek hat dîtin.