Wezîrê Karên Hindir Elî Yerlîkaya, daxuyand ku li 30 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hatine lidarxistin, di encama van operasyonan de 147 şikdar hatin binçavkirin.
Yerlîkaya li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî Xê daxuyand, îfade kir ku li 30 bajarn li dijî DAÎŞê operasyonên hemdemî yê bi navê “Bozdogan-17” hatine lidarxistin û di encamê de 147 şikdar hatin binçavkirin.
Hat destnîşankirin ku operasyon li bajarên Semsûr, Entelya, Êlih, Çewlig, Bolû, Bûrsa, Denîzlî, Dîyarbekir, Erzirom, Xarpêt, Stenbol, Gîresûn, Hetay, Qeyserî, Qirikkale, Qirşehîr, Qocaelî, Qonye, Kûtehya, Meletî, Mêrsîn, Ordû, Seqerye, Semsûn, Riha, Tokat, Trabzon, Yalowa û Yozgatê hatine lidarxistin.
Di encama operasyonan de: Gelek dowîz, dokiman û amûrên dîjîtalî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Mehmet Goktaş Xoceyê Serokê Fexrî yê Weqfa Evîndarên Pêxember, di Mewlida Nebî ya li Diyabekirê de peyivî û got ku, “Ummeta ku îzzeta Îslamê na parêze di bin taluke de ye. Xwedê ne mecbûrî me ye. Xwedê dikare bi kesên din re dînê xwe bide temsîl kirin.”
Prof. Dr. Elî Muhyîddîn Qeredaxîyê Serokê Yekîtîya ‘Aliman a Dinyayê got ku, “Piştgrîdana xuşk û birayên me yên Xezze û Filistînê şer’en, eqlen û însanetî wacib e.”
Weqfa Evîndarên Pêxember di bernameya Mewlida Nebî ya ku li Diyarbekirê hat lidarxistin de peyameke ku ji 9 maddeyan pêk tê parve kir.
Dr. Newaf Tekrûrîyê Serokê Yekîtîya ‘Aliman yê Filistînê got ku, “Gelî xuşk û bira, xwepêşandanên xwe yên li qadan bidomînin, tu car nesekinin. Di piştgiriya Xezze, Tofana Eqsayê û mucahidan dewam bikin.