Hîva Sor a Fîlîstînê diyar kir ku digel 95 seatan ji qîzika bi navê Hîndê yê 6 salî û 2 personelên ku ji bo xelaskirina wê li pey wê çûbûn xeber nayê standin.
Di daxuyanîya ku ji teref Hîva Sor a Fîlîstînê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin rejîma îşxalker êrîşî Taxa Tel El-Hewayê kir di encama êrîşê de qîzikeka bi navê Hînd ya 6 salî li wê asê maye, ji ber vê yekê du personelên wan yên bi navê Yusuf û Ahmed ji bona xelaskirina wê li pey wê çûne, lê digel derbasbûna 95 seatên xeber ji wan nayê girtin.
Hîva Sor, ji civaka navneteweyî re ji bona ku aqûbeta Hînd û du personelên wan ji rejîma îşxalker bê pirsîn bang kir.
Di daxuyanîyê de bal hat kişandin divê ji hiqûqa însanî ya Navneteweyî, alîkarîya însanî û tenduristîyê re ji bo xebatên wan ên sîvîlî ewlehîyek bê kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîşî Qampa Miltecîyan a Balatayê ya ku li bajarê Nablûsa Rojavaya Şerîayê ye kir.
HAMASê, ji bo 3 gorên komî yên ku di nava Nexweşxaneya Nasirê hat dîtin de banga lêpirsîna navneteweyî kir.
Di pîyaseyên navneteweyî de warîla nefta Brentê îro di asta 89,01 dolarî tê firotan.
Hereketa Ensarullahê Yemenê, diyarkirin ku di li Kendava Adenê keştîyekî rejîma îşxalker a sîyonîst xistine.