Li 45 bajaran operasyona tiryakê: 320 binçavî
![Li 45 bajaran operasyona tiryakê: 320 binçavî Li 45 bajaran operasyona tiryakê: 320 binçavî](/img/NewsGallery/2024/7/3/402596/FeaturedImage/d0b2c3f7-5ab5-4d15-bf40-27da8afcb22e.webp)
Wezîrê Karên Hindir Elî Yerlîkaya destnîşan kir ku li 45 bajaran operasyona Narkoçelîk-25ê hat lidarxistin, di encamê de 320 şikdar hatin binçavkirin.
Wezîr Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de diyar kir ku ji teref ewlehîya 45 bajaran ve; li dijî rêxistinên tiryakê, çêkerên tiryakê û firotvanên kolanan bi navê “NARKOÇELÎK-25”ê operasyon hat lidarxistin.
Di encama opersayonê de 538 kîlo tiryak, 2 milyon û 30 hezar û 500 heb kenewîra kok û koka skûnkê, 188 heb hebên tiryakê hatin bidestxistin û 320 firotvanên kolanan jî hatin qefaltin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Dolar, di serê yê 8ê Tîrmehê nê de bi 32,70 TLyî tê firotan.
Di bihayên zêr de zêdebûn berdewam dike.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Duh em ne dijminê Sûriyeyê bûn, lê em wek malbat bi Esed ra hevdîtin dikirin. Em dixwazin têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê bînin asta berê. Deweta me dikare her dem çêbibe.”
Li Diyarbekirê Şaredarîyên aîdî Partîya DEMê ne nivîs ji miftîtîyan re şand û destnîşan kir ew ê 12 avahîyên ku lê 10 qursên Quranê fealîyet didin bên girtin ku ji ber vê yekê demildest lazim e bên valakirin.