Li Çewligê otobûsa rêwîyan qelibî: 14 birîndar
![Li Çewligê otobûsa rêwîyan qelibî: 14 birîndar Li Çewligê otobûsa rêwîyan qelibî: 14 birîndar](/img/NewsGallery/2024/7/4/402804/FeaturedImage/3358b369-1478-447e-b194-f446603087be.webp)
Li navçeya Bongilana Çewligê otobûseke rêwîyan qelibî, di encama qezayê de 14 kes birîndar bûn.
Qeza, li Çarrêya Adalara ser rêya Bongilan-Çewligê pêk hat. Otobûsa rêwîyan ya ku nasnameya şofêrê wî nehat hînbûn, ji ber sedemeke ku hêj nedîyare ji rê derket û qeza kir.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên cenderme, polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Di encama qezayê de 14 kesan birîndar bûn. Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Şandonga wilayeta rojhilata Çînê bahoz pêk hat, di encama bahozê de 5 kes mirin, 83 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst ser Şerîda Xezzeyê de 5 rojnamevanên din ên Filistînî ku yek ji wan jin bû hatin qetilkirin.
Doh li Dîyarbekirê ji wesayîta ku ji xwe re di rêya xwe de diçû re bi keleşkofan êrîş hat kirin, di encama êrîşê de 6 kes birîndar bûn û ji wan birîndaran jî 2 kes li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan.
Partîya DEMê ku ji bona ku ciwanan îfsad bike di bin navê huner û çandan de projeyan çêdike, dîsa nirx û bawerîya xelkê hedef girt.