Li navçeya Bismila Dîyarbekirê wesayîta ku di rê de derbasî aslîyê dinê bû, li mînîbûsa gund qelibî, di encama qezayê de 12 kes birîndar bûn.
Qeza, îro di seatên nîvroyê de li alîyê gundê Babaxakîya ser rêya Bismil-Êlihê ye pêk hat.
Wesayîta bi plaqeya 17 ABR 820 ya ku di bin îdareya E.K. de bû, li gorî îdîayan tekera wî teqîya û kontrola xwe winda kir û derbasî alîyê dinê bû.
Wesayît, dûre li mînîbûsa bi plaqeya 23 ET 622 ya ku di bin îdareya Mehmet S. de bû qelibî.
Di vê demê de otobûseke ku di rê de diçû jî ji ber ku parçeyên ku ji wesayît û mînîbûsê pekîyan li cama wî ketin zerarê dît.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên 112, cenderme û polês hatin sewqkirin.
Di encama qezayê de 11 kesên ku di nav mînîbûsê de bûn û şofêrê wesayîtê birîndar bûn.
Birîndar; şofêrê wesayîtê Yunus E.K., şofêrê mînîbûsê Mehmet S. û S.Z, S.S, E.U, G.Z, C.Z, A.Z, R.D, M.G, D.G û Y.G yên ku di nav mînîbûsê de bûn bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Bismilê re hatin rakirin.
Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş in û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.
Bi tevî şofêrê otobûsê mirovên derdorê îfade kirin ku ekîbên tenduristîyê dereng hatin û ji vê rewşê re bertek nîşan dan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya daxuyand ku li 2 jê di lîsteya porteqal de 2 jê jî di lîsteya gewr de 4 PKKyî hatine kuştin.
Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu bal kişand ku Partîya DEMê di van demên dawîn de li Dîyarbekirê li pey kaosê ye û weha got, “Vêya bîrva nekin, em ê tu dem misade nekin ku hûn zarokên xelkê bînin hemberî hev.”
Li Rihayê li dijî tiryakê operasyon hat lidarxistin, di encama operasyonê de 6 hezar heb hebên tiryakê hatin bidestxistin û 3 kes jî hatin binçavkirin.
Di encama teqîna ku li Enqereyê pêk hat de kesekî canê xwe ji dest da , 3 kes jî birîndar bûn.