Li Dîyarbekirê qezaya zîncîrî: 2 giran birîndar
Li ser Bûlwara Riha ya Dîyarbekirê, di qezaya trafîkê ya zincîrî de ku sê wesayît tê de bûn, du kes bi giranî birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya Diyarbekir-Rihayê pêk hat.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li ser rêya Diyarbekîr-Rihayê, dema ku her du wesayît ji Serderiya Nexweşxaneya Zayînê ber bi Serderiya Yenîhalê ve diçûn, di navbera wesayîta bi plaqeya 27 L 9783 û mînîbûsa bi plaqeya 30 D 2083 de li hev ketin.
Bi tesîra lêdanê mînîbûs ji ser bariyeran firiya û kete rêça dijber.
Wesayît ji rê derket û li wesayîteke bi plakaya 21 AAN 881 ku ji aliyê dijber ve dihat, qelibî.
Di qezaya zincîrî ya trafîkê de du kes bi giranî birîndar bûn.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Piştî tedawîyên ewil a li cîhê bûyerê mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Evîndarên Pêxember bi sedan xwendekarên ku di bernameyên dibistanên havînê yên li Edeneyê de perwerdehiya dînî dibînin, bi bici bici, şîraniyeke havînê ya herêmî ku bûye sembola bajêr, xelat kir.
Li Semsûnê di operasyona tiryakê ya ku ji hêla ekîbên cendermeyan ve hat kirin de, 132 kîlogram esrara toz a ku di qamyonekê de veşartî bû hat bidestxistin û şikdarekî welatiyê biyanî hat binçavkirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Mersînê Faruk Dînç li Meclisê di civîna çapemeniyê de derbarê mijarên rojane de daxuyaniyên girîng da.
Li navçeya Kovancilar a Xarpêtê di encama lihevketina du wesayîtan de şeş kes birîndar bûn.