Li Efyonê otobûs wergerîya: 22 birîndar
Li navçeya Sînpaş a Efyonê otobûsa rêwîyan ji bin kontrola şofêr derket û qulipî, di encama qezayê de 22 kes birîndar bûn.
Qeza, li alîyê Tinzatepe ya ser rêya Efyon-Entalyayê qewimî.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûsa bi plaqeya 07 AVB 373 ya ku hêj nafê şofêrê wê nehat hînbûn, ji ber sedemeke ku hêj nediyare ji bin kontrolê derket û qelibî.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.
Hat destnîşankirin ku di qezayê de 22 kes birîndar bûn û bi ambûlansan ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Kanîya Xezalan a Rihayê wesayîta ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir teqle avêt, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Midûrtîya Gumrukê ya Îzmîrê, ji Coca Cola Vexwarin a ku ji sîyonîstan re piştrigîyê dide re 705,8 milyon Lîre tehekkuk û 2,12 milyar Lîre cezaya îdarî lê birî.
Li navçeya Licê ya Dîyarbekirê wesayîtek ji ber ku ajotinek talûke bi karanît li tirekî qelibî û qeza kir. Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, şofêrê tirê jî birîndar bû.