Li Hetayê mînîbusek û qamyonek li hev qelibîn: 1 mirî, 14 birîndar
Li navçeya Erzîn a Hetayê, di qezaya trafîkê ku mînîbusek servîsê li qamyonekê qelibî de kesek mir û 14 kes birîndar bûn.
Qeza, li taxa Burnazê ya navçeya Erzînê qewimî.
Li gorî agahiyan, wesayîta servîsê ya ku M.S. diajot û qamyona ku M.D. diajot li hev qelibîn.
Di encama qezayê de şofêrê mînîbusê M.S. li cihê bûyerê canê xwe ji dest da. Her wiha 14 kesên di wesayîtan de bûn jî di qezayê de birîndar bûn.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, cendirme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Derbarê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şaxa Ciwanan a HAKSÎADê xelatên xwendekarên ku di qursên Quranê yên havînê de ku ji hêla Miftîtiyê Navçeya Dara Hênê ve hatine lidarxistin de serketî bûn, sponsor kir.
Serokê MHPê diyar kir ku rêziknameya ku di Meclîsê de hat qebûlkirin ji bo hevgirtina neteweyî û yekbûna civakî îradeyek xurt nîşan da û bang li milet kir ku li hember kesên ku dixwazin pêvajoyê bêrûmet bikin hişyar bin.
Li çarrêya Akademîya Şofêran a li ser rêya Êlih-Dîyarbekirê, di lihevqelibîna wesayît û qamyonekê de du jê giran çar kes birîndar bûn.