Li Meletîyê dikanek hat şewitandin
![Li Meletîyê dikanek hat şewitandin Li Meletîyê dikanek hat şewitandin](/img/NewsGallery/2024/7/3/402599/FeaturedImage/cbc2fd75-17fa-4027-a604-be8f1aea68e0.webp)
Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê komeke êrîşdar, êrîşî dikaneke ku aîdê mirovên biyanî ne kirin û dikanê şewitandin.
Li gorî îddîayan, dikaneke aîdê Sûrîyeyîyan ku li ser Ceddeya Konevîya Sadreddînê ye, ji teref 4-5 kesan ve dûçarê êrîşê hat. Cam û derîyên dikanê hatin şikandin û dikan hat şewitandin.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye û polês hatin sewqkirin. Ekîbên îtfaîyeyê di encama midexeleyên ku kirin de şewatê tefandin.
Hat îfadekirin ku di bûyerê de birîndar an jî mirî çênebûye û polês jî ji bona ku êrîşdar bêne qefaltin xebat daye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Dolar, di serê yê 8ê Tîrmehê nê de bi 32,70 TLyî tê firotan.
Di bihayên zêr de zêdebûn berdewam dike.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Duh em ne dijminê Sûriyeyê bûn, lê em wek malbat bi Esed ra hevdîtin dikirin. Em dixwazin têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê bînin asta berê. Deweta me dikare her dem çêbibe.”
Li Diyarbekirê Şaredarîyên aîdî Partîya DEMê ne nivîs ji miftîtîyan re şand û destnîşan kir ew ê 12 avahîyên ku lê 10 qursên Quranê fealîyet didin bên girtin ku ji ber vê yekê demildest lazim e bên valakirin.