Li Meletîyê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: Kesek mir
Li navçeya Hekîmxan a Meletîyê di qezaya trafîkê ku mînîbusek û wesayîtek tê de bûn de, kesek mir û kesek jî birîndar bû.
Qeza, êvarê li çarrêya Hekîmxan-Kuluncakê qewimî.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, mînîbuseke bi plakaya 44 AFN 371 a ku L.P. diajot û wesayîteke bi plakaya 44 ADR 579 a ku A.N. diajot dema ku ber bi Hekîmxanê ve diçûn li hev ketin. Di encama qezayê de wesayît li ser rêya navîn ket. Şofêrê wesayîtê bi giranî birîndar bû, şofêrê mînîbusê jî bi sivikî birîndar bû.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristîyê, îtfaîyeyê û cendermeyan hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar ên ku ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve ji wesayîtê hatin derxistin, piştî tedawîya ewil a li cihê bûyerê bi ambûlansê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Hekîmxanê ve hatin birin.
şofêrê wesayîtê A.N. ku di nav birîndaran de bû û rewşa wî giran bû, digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, şofêrê mînîbûsê L.P. ku di qezayê de sivik birîndar bûye, rewşa wî baş e.
Erheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Evîndarên Pêxember bi sedan xwendekarên ku di bernameyên dibistanên havînê yên li Edeneyê de perwerdehiya dînî dibînin, bi bici bici, şîraniyeke havînê ya herêmî ku bûye sembola bajêr, xelat kir.
Li Semsûnê di operasyona tiryakê ya ku ji hêla ekîbên cendermeyan ve hat kirin de, 132 kîlogram esrara toz a ku di qamyonekê de veşartî bû hat bidestxistin û şikdarekî welatiyê biyanî hat binçavkirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Mersînê Faruk Dînç li Meclisê di civîna çapemeniyê de derbarê mijarên rojane de daxuyaniyên girîng da.
Li navçeya Kovancilar a Xarpêtê di encama lihevketina du wesayîtan de şeş kes birîndar bûn.