Li Mêrdînê pevçûna çekdar: 10 birîndar
![Li Mêrdînê pevçûna çekdar: 10 birîndar Li Mêrdînê pevçûna çekdar: 10 birîndar](/img/NewsGallery/2024/7/1/402200/FeaturedImage/3aa056aa-7b61-47ca-9d83-473773aa1c9b.webp)
Di encama pevçûna çekdar a ku li Mêrdînê pêk hat de 10 kes birîndar bûn.
Bûyer li navçeya Kerborana Mêrdînê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li gundê Tanyelîyê di navbera du malbatan de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn minaqeşe derket û minaqeşe piştî demekê bû pevçûna ku tê de çek, dar û ber hatin bikaranîn.
Ji ber pevçûna ku derket kesên bi navê Abdurrahim B. (31), Mehmet Şerif A. (54), Rahime A. (35), İbrahim B. (75), Dilber A. (50), Selman A. (41), Omer A., Ahmet B., Rabia B. û Ramazan B. birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê û çend kesên ku beşdarî bûyerê bûbûn hatin binçavkirin.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin 474 kesên ku di bûyerên li dijî penaberan de parvekirinên provakatîf kirin hatin binçavkirin.
Di encama qezaya ku li hêla Boluyê pêk hat de 15 kes birîndar bûn.
Ew ê Kabîneya Serokomartîyê dê di bin serokatîya Serokomar Erdogan de pêk bê.
Ji teref Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê ve hişyarîya barana zêde hat kirin.