Li Rîyahê êrîş li dikanek hat kirin
![Li Rîyahê êrîş li dikanek hat kirin Li Rîyahê êrîş li dikanek hat kirin](/img/NewsGallery/2024/7/3/402589/FeaturedImage/1f6ce970-17ba-42f4-8136-b158524cb29e.webp)
Li navçeya Xelîlîya Rihayê bi dar û keviran êrîş li dikanek hat kirin, di encamê de kesek birîndar bû.
Bûyer, li ser Ceddeya Açiksuya Taxa Baxlarbaşîyê pêk hat.
Li gorî îddîayan, ji dikaneke ku aîdê mirovekî Sûrîyeyî ye re ji teref hinek kesan ve bi dar û keviran êrîş hat lidarxistin.
Di encama êrîşê de kesek birîndar bû. Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Mirovê birîndar bi ambûlansê ji nexweşxaneyê re hat rakirin. Hat hînbûn ku rewşa birîndar baş e.
Ji bo mirovên ku êrîş kirine bêne qefaltin xebat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Dolar, di serê yê 8ê Tîrmehê nê de bi 32,70 TLyî tê firotan.
Di bihayên zêr de zêdebûn berdewam dike.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Duh em ne dijminê Sûriyeyê bûn, lê em wek malbat bi Esed ra hevdîtin dikirin. Em dixwazin têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê bînin asta berê. Deweta me dikare her dem çêbibe.”
Li Diyarbekirê Şaredarîyên aîdî Partîya DEMê ne nivîs ji miftîtîyan re şand û destnîşan kir ew ê 12 avahîyên ku lê 10 qursên Quranê fealîyet didin bên girtin ku ji ber vê yekê demildest lazim e bên valakirin.