Li ser rêya Êlih-Qubînê qeza: 3 birîndar
Li Êlihê tankerek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kes birîndar bûn.
Qeza, li Çarrêya Eskî Çop a ser rêya Êlih-Qubînê qewimî.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 06 EGC 862 û tankerek, li çarrêyê li hev qelibîn. Di encama qezayê de 3 kesên ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn.
Piştî qezayê ji herêmê re li ser xeberdayîna mirovên derdorê ekîbîn tenduristî, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar serê ewil li cîhê qezayê hatin tedawîkirin û dûre bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Avcilar a Stenbolê, di dema êvarê de li parqkirina firoşgehek wesayîtan agir bi sê wesayîtan ket û xisar dîtin.
Serokê Karûbarên Sîyasî û Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr serdana gundê Gulyaziyê yê Qilabana Şirnexê kir û bi çavên xwe li gazindên xelkê herêmê û malbatên kesên ku di bûyera Roboskê ya 2011an de canê xwe ji dest dabûn guhdarî kir.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di peyama ku derbarê pîrozbahiyên salvegera 955emîn a Şerê Melezgirtê de li Xelatê hat lidarxistin de weşand de destnîşan kir ku ev serkeftin destanek e ku bi biratiya Îslamî û hesta civatê hatiye nivîsandin.