Li Stenbolê, wesayîtek li otobûseke IETTê qelibî: 3 kes mirin
Li ser rêya D-100 a navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê, wesayitek li otobuseke IETTê qelibî û di encamê de 3 kes mirin.
Qeza, li ser rêya D-100 a ber bi Edîrneyê ve qewimî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wesayita bi plaqeya 34 BLN 100, ku nasnameya şofêrê wê hêj nehatiye diyarkirin, li otobuseke IETT a ku diçû qelibî.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, polê û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Mirovên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin. Hat îfadekirin ku sê birîndar li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest dan.
Ji ber qezayê, trafîk li ser rêya D-100 demkî hatibû kontrolkirin, lê piştî ku wesayîtên têkildar hatin rakirin, vegeriya rewşa xwe ya normal.
Ekîbên polêsan ji bo diyarkirina sedema rastîn a qezayê li ser bûyerê lêkolîn dane destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li ser rêya sereke ya navbera navçeyên Silopî û Cizîrê yên Şirnexê, di qezayeke trafîkê de ku di navbera qamyonek û wesayîtekê de qewimî, 5 kes birîndar bûn, hat îfadekirin ku rewşa birîndarekî giran e.
Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr bang li welatên herêmê kir ku ji bo hişyarkirina li ser qirkirina li Xezzeyê bi rê ket û gihîştiye Tirkîyeyê, parastina fermî peyda bikin da ku karwana Filistînî bi ewlehî bigihîje cihê xwe.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di 5emîn Kongreya Asayî ya HUDA PARê de li Entabê axivî û diyar kir ku armanca bingehîn a partiya wan bicihkirina edalet û heq û hiqûqê ye û got, "Doza me bicihkirina edaletê ye. Doza me ew e ku edalet li ser rûyê erdê serdest bibe."