Li Êlihê du mînîbus li hev ketin: 9 birîndar
Li Êlihê du mînîbûs li hev ketin, di encama qezayê de 9 kes birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya Herêma Pîşesaziya Organîze ya li navenda Êlihê qewimî. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, du mînîbus ji ber sedemek hêj nediyar li hev ketin. Di encama lihevketinê de kesên di nav her du wesayîtan de bûn asê man.
Piştî xeberşandina ji teref gelk ve, ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin şandin.
Ekîbên îtfaîyeyê yên ku bi lez gihîştin cihê qezayê, ji bo rizgarkirina kesên di wesayîtan de asê mabûn dest bi xebatê kirin. Mirovên birîndar, ku ji teref ekîban ve ji wesayîtên xwe hatin derxistin, teslîmî karmendên tenduristiyê hatin kirin.
Li gorî agahiyên ewil, di qezayê de neh kes birîndar bûn.
Mirovên birîndar jî piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi sedan zarok ji bo merasîma bidawîkirina bernameya perwerdehiyê ya ku ji hêla Evîndarên Pêxember ên Entabê ve bi dirûşmeya "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" hate organîzekirin, li Mizgefta Millet kom bûn.
"Qanûna li ser Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî", ku ji teref Meclîsê ve hat qebûlkirin, çarçoveya qanûnî ya pêvajoya "Tirkîyeya Bê Teror" ava kir.
Li Dîyarbekirê, bayekî ji nişka ve û bihêz bû sedema tofaneke tozê. Dîtbarî kêm bû, ji ber vê yekê meşa mirovan dijwar bû, û berhemên li ber kargehan jî bi bayê re çûn.