Li serê rêya Dîyarbekir-Êlihê mînîbûsek û pîkabek li hev qelibîn, di encama qezayê de zarok jî di nav de 3 jê giran 13 kes birîndar bûn.
Qeza, di seat 09.42yan de li çarrêya gundê Seletê pêk hat.
Mînîbûsa bi plaqeya 56 KD 668 ya ku nasnameya şofêrê wî nehat hînbûn û sefera Dîyarbekir-Êlihê dikir, li çarrê bi pîkaba ku plaqeya wî 72 AAG 837 li hev qelibî.
Di encama qezayê de mînîbûs gêrê şerempolê bû.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.
Di encama qezayê de 3 jê giran 13 kes birîndar bûn, mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên Dîyarbekir, Bismil û Êlihê re hatin sewqkirin.
Dîmenên qezayê ji teref qemerayên ewlehîyê ve hatin kişandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Diyarbekirê Şaredarîyên aîdî Partîya DEMê ne nivîs ji miftîtîyan re şand û destnîşan kir ew ê 12 avahîyên ku lê 10 qursên Quranê fealîyet didin bên girtin ku ji ber vê yekê demildest lazim e bên valakirin.
Li navçeya Aksuya Entalyayê derdora seat 12.30î de di daristanê de şewat derket.
Ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve ji bo Erzurum, Qers, Agirî, Erdexan û Artvînê hişyarîya barana zêde hat kirin.
Kongeraya Mezin a Asayî ya 5em a HUDA PARê ya ku bi silogana “Pergaleke Adil Parvekirineke Heqane” tê tertîpkirin dest pê kir.