Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Şehîd Îsmaîl Henîye têkoşîna xwe ya li dijî kiryarên qirkirinê bi rûmet domand
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Mersînê Faruk Dînç li Meclisê di civîna çapemeniyê de derbarê mijarên rojane de daxuyaniyên girîng da.
Dînç bi bîr xist ku Îsmaîl Henîyye du sal berê li Îranê ji aliyê hêzên îşxalker ve hatiye şehîdkirin û diyar kir ku Henîyye rêberê meşrû yê Filistînê ye.
"Wî bi rûmet têkoşîna xwe li dijî sûcdarên qirkirinê domand"
Dînç got, "Îsmaîl Henîyye berê kurên xwe ji bo doza Filistînê, ji bo doza Xezzeyê û ji bo Qudsê wek şehîd winda kiribû. Nevîyên xwe wek şehîd winda kiribû, lê serê xwe netewandibû; bi rûmet li ber xwe dabû û têkoşîna xwe li dijî van sûcdarên qirker domand."
"Divê Xezze di rojevê de bimîne"
Dînç diyar kir ku sîyonîstên îşxalker nêzîkî sê salan e li Xezzeyê qirkirina xwe didomînin û got, "Nêzîkî sê salan e ku hêzên îşxalker ên îsraîlê hemû prensîb û qanûnan paşguh kirine û li Xezzeyê qirkirina xwe didomînin. Belê, dibe ku agirbestek, heyamek bêdengiyê hebe, lê hêzên îşxalker ên îsraîlê hêna jî îxlalkirinên xwe, wehşetên xwe didomînin; ew zarok, jin û sivîlan dikujin. Di vî warî de, divê qet, qet Xezze ji rojevê neyê derxistin û divê dengê van gelên bindest li ser her platforman were bilindkirin."
"Şehîdbûn pileya herî bilind e"
Dînç diyar kir ku wan bi vê minasebetê careke din şehadeta Îsmaîl Henîyye pîroz kir û got ku şehadet ji bo Misilmanan pileya herî bilind e û meqamek e ku pêxember jê hesûd in. Dînç got, "Ya herî girîng, çala herî mezin a ku ew kesên ku li hember vê zilmê bêdeng dimînin û li dijî van sûcdarên qirkirinê cezayan nadin, bêdengiya wan a li hember van tiştan e." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Evîndarên Pêxember bi sedan xwendekarên ku di bernameyên dibistanên havînê yên li Edeneyê de perwerdehiya dînî dibînin, bi bici bici, şîraniyeke havînê ya herêmî ku bûye sembola bajêr, xelat kir.
Li Semsûnê di operasyona tiryakê ya ku ji hêla ekîbên cendermeyan ve hat kirin de, 132 kîlogram esrara toz a ku di qamyonekê de veşartî bû hat bidestxistin û şikdarekî welatiyê biyanî hat binçavkirin.
Li navçeya Kovancilar a Xarpêtê di encama lihevketina du wesayîtan de şeş kes birîndar bûn.