Şehîdên Xirabê Ripin li ber serê qebrên xwe hatin bîranîn
![Şehîdên Xirabê Ripin li ber serê qebrên xwe hatin bîranîn Şehîdên Xirabê Ripin li ber serê qebrên xwe hatin bîranîn](/img/NewsGallery/2024/7/1/402214/FeaturedImage/b6a3cb4a-78f1-4e21-9610-a20ae9c8e006.webp)
Şehîdên Xirabê Ripin ên ku berî vê 32 salan ji teref PKKê ve hatin şehîdkirin di salvegera 32yemîn a şehadeta xwe de ji teref hezkirîyên xwe ve hatin bîranîn.
PKKyê ku qet tehemûlî dînê Îslamê û kesên xwedîyê nasnameya dîndar nedikir di salên 90î de çendîn caran êrîşên hovane bir li ser gundê Xirabê Ripina Hezexa Şirnexê û bi dehan Misliman şehîd kir.
Dema ku dîrok 26ê Hezîrana sala 1992yan nîşan dide PKKyî hov û dest bi xwîn cardin rûyê xwe yê reş nîşan da. PKKyîyên hov ên ku tehemûla wan ji Îslam û kesên dîndar re tunebû rêya Xirabê Ripin bi mayînan dagirtin. Dema ku Mislimanên ku li Xirabê Ripin dijîyan ji wê rêya bi mayîn derbas bûn mayîn teqîyan û di encama bûyerê de 4 Mislimanên bi navê Evdilkerîm Ozel(34), Îbrahîm Kartal(28), Hedîye Baştug(35) û Menîce Kartal(16) şehîd bûn.
Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Elî Altun, îdarevan û serokên HUDA PARê û nas û hezkirîyên şehîdan beşdarî bernameya bîranînê ya ku li qebristana gund hat tertîpkirin bûn.
Bername bi tîlaweta Qurana Kerîm dest pê kir û bi axavtina Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Elî Altun berdewam kir.
“Ji bo ku daw û doza Îslamê li ser van axan berdewam bike xuşk û birayên me canê xwe feda kirin”
Altun di axavtina xwe de balan kişand li ser ehemîyeta wê wezîfeya ku şehîd ji bo Îslamê kirine û got: “ Şehîd li dijî Fîrewnên esra me mîna sehabîyan micadele kirin.Hinek ji we dibe ku bûbin şahid. Dema ku me şehîdên xwe spart axê, me kulmên xwe jidandibû û tekbîran dianî û me tim û tim digot em ê qetîyan terka rêya we nekin, em ê heyfa we jî li erdê nehêlin û xwedî li daw û doza we derkevin. Me tevekan vê sozê dabû şehîdên xwe. Ji bo ku daw û doza Îslamê li ser van axan berdewam bike xuşk û birayên me canê xwe feda kirin. Bi vî awayî ew vê daw û doza Îslamê ji me re mîras hiştin. Şehîdên me îftîxara me tevekan in.”
Bernama bi diaya ku hat xwendin bi dawî bû.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ser wefata Hamza Yuksel ê muxabîrê dildar yê malbata ÎLKHAyê ku li Qeyserîyê, di sala 2022yan de di encama qezayeke trafîkê de canê xwe ji dest dabû 2 sal derbas bûn.
Hat îfadekirin ku li herêma Operasyona Pencik-Kilîdê 9 PKKyî hatin kuştin.
Serokê Navenda Analîz û Fikra Sratejîyê Dr. Abdulqadîr Turan derheqê armanc û encamên êrîşên rejîma îşxalker a li dijî Libnanê de axivî, diyar kir ku divê bila haya welatên Misilmanan ji planên sîyonîstên ku di çarçoveya Arz-i Mevud de planan dikin û ew ê gelek welatan tesîrdar bike hebin û ji bona vêya tedbîran bigrin, ger ku tedbîran negrin ew ê bi encamên xerab re rûbirû bimînin.
Weqfa Evîndarên Pêxember, ji bo Sersala Hicrî ya 1446an peyam da û di peyamê de balkişand ser biratiya Îslamê ya ku di meseleya hîcretê de qewî bûye û got ku di bin nava modernîte û rojavayîbûyîn de derbasî teqwîma Mîladî hatiye kirin û ev jî him ji Misilmanan re bûye sebeba jibîr kirina dîroka xwe him jî dixebitin ku hişmendîya kultir û dîroka rojavayê têxin serê gelê Misilman.