Şehîdên Sundusê di salvegera şehadetên xwe de tên yadkirin
![Şehîdên Sundusê di salvegera şehadetên xwe de tên yadkirin Şehîdên Sundusê di salvegera şehadetên xwe de tên yadkirin](/img/NewsGallery/2024/7/22/406056/FeaturedImage/1c7794b0-deb4-499b-a300-a042bf8b4a95.webp)
PKKyê ku ji roja ku hatiye damezrandin vir ve gelek zêde qetlîaman li herêmê kiriye, roj hat li meydanên gundan zêc û zarok, ciwan û extîyaran bi şikleke girseyî qetil kir û roj hat di ser mizgeftan de girt û êrîşên hovane û wehşî tertîp kir.
Şehîdên Sundusê di salvegera şehadetên xwe de tên yadkirin
Ew qetlîamên ku PKK ji salên 1980 û 1990î vir ve kirine hêj nehatine jibîrkirin. PKKyê ku di sala 1978an de hat damezrandin, êrîşa xwe ya ewil di 15ê Tîrmeha sala 1984an de li Erûha Sêrtê û li Şemzînana Colemêrgê li dar xist. Ew êrîş li welêt bûn destpêka qonaxeke nû.
Di wan êrîş û qetlîamên ku ji teref PKKê ve hatin kirin de bi sedan zarok, pîrek, ciwan û extîyar hatin qetilkirin ku ev qetlîam hêj nehatine jibîrkirin û hêj wek roja ewil di hişê bi hezaran malbatan de cihên xwe mihafeze dikin.
PKKyê ku rêxistineke çepgir e û ji bilî êş û elemê, azar û tehdayîyê, qetil û kuştinê nedaye xelkê Kurd, di 18ê Tîrmeha sala 1993yan de êrîş bir li ser Zozana Sundusa ku li navçeya Miksa Wanê. Di êrîşên wê rojê yên ku ji teref PKKê hov û wehş ve hatin kirin de 14 jê zarok, 24 kes hatin qetilkirin. Di ser vê qetlîamê de 31 sal derbas bûn, lêbelê êş û elema qetlîamê hêj nehatiye jibîrkirin.
Salvegera vê qetlîama ku ji teref PKKyê hov û wehş ve hat kirin dîroka bi xwîn a PKKê cardin anî bîran.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Entabê du serwîsên karkeran li hev qelibîn, di encama qezayê de 21 kes birîndar bûn.
Encamên Sîstema Derbasbûna ji Lîseyan re (LGS) hat diyarkirin, xwendekar dikarin encamên xwe li ser sîteya înternet a Wezareta Perwerdehî ya Netewî bidestbixin.
Hat ragihandin 24 koçberên ku li navçeya Dalamana Muxlayê di behrê de mahsûr mabûn hatin xelaskirin.