Tirkîye, mitebeqet kirina li Yemenê di navbera alîgiran de pêk hatîye bi Kêfxweşî pêşwazî dike.
Wezareta Karên Derve, derheqê mitebeqeta ku li Yemenê di navbera alîgiran de hatine kirin de daxuyanîyeke niviskî da.
Di daxuyanîyê de weha hat îfadekirin:
“Em li Yemenê mitebeqet kirina ku di navbera alîgiran de pêk hatîye bi Kêfxweşî pêşwazî dikin.
Em daxwaz dikin ku ev mitebeqeta ku hatîye çêkirin di bingeha parametrayên îxtîlafa Yemenê de ji çareserîyeke sîyasî ya berfireh re rê vebike.
Em di nav hêvîya ku alîgirên Yemenê bi rêya dîyalogê berê xwe bidin îstîqrar û aştîya welatê de ne.”
Di navbera Hikumeta xistî û Ensarullahê de di warê banka û sektora hewayê de ji bona ku hinek tedbîr bêne girtin peyman hatibû kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya daxuyand ku li 2 jê di lîsteya porteqal de 2 jê jî di lîsteya gewr de 4 PKKyî hatine kuştin.
Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu bal kişand ku Partîya DEMê di van demên dawîn de li Dîyarbekirê li pey kaosê ye û weha got, “Vêya bîrva nekin, em ê tu dem misade nekin ku hûn zarokên xelkê bînin hemberî hev.”
Li Rihayê li dijî tiryakê operasyon hat lidarxistin, di encama operasyonê de 6 hezar heb hebên tiryakê hatin bidestxistin û 3 kes jî hatin binçavkirin.
Di encama teqîna ku li Enqereyê pêk hat de kesekî canê xwe ji dest da , 3 kes jî birîndar bûn.