Hat îddîakirin ku petrola Ezerbeycanê ku ji bo rejîma îşxalker gelek muhîm e, li ser Tirkîyeyê hatîye şandin.
Wezareta Bazirganîyê, daxuyandibû ku ji rejîma sîyonîst re, “Heta ku ji Xezzeyê re alîkarîyeke baş û hewce bê şandin têkilîyên îxracat û îthalatê hatine sekinandin.”
Li gorî rojnameya Al-Araby Al-Jadeedê wezareta Bazirganîyê diyar kirîye ku ew hemû têkilîyên xwe yên bi rejîma sîyonîst re bi temamî dane sekinandin encax sewqîyatên petrolê yên ku li ser Tirkîyeyê têne kirin berdewam dikin.
Ezerbeycan, bi sewqîyata ku li ser Bakû-Tîflîs-Ceyhanê ji Heyfayê re dike ji bo rejîma îşxalker re di nav peydakirina petrolê de di pêş de tê.
Di xeberê de hat desnîşankirin ku Tel Avîv, ji ber zêdebûna mueyyîdeyên Tirkîyeyê û gavên ku ji vê şûnda bêne avêtin endîşedar in. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu beşdarî daxuyanîya çapemenîyê ya ku ji teref Serokatîya Navçeya Navenda Çewligê yê HUDA PARê ve hat tertîpkirin bû û di daxuyanîyê de îfade kir ku meseleya Xezzeyê meseleyeke li ser sîyasetê ye.
Li navçeya Ayvacika Çeneqqeleyê 24 koçber hatin qefaltin.
Li Êlihê di sehaya petrolê de karkerek ji ber ku ceryanê pê girt canê xwe ji dest da û du karker jî birîndar bûn.
Partiya DEMê piştî ku rêveberiya Şaredariya Sêrtê girt, biryarek ku wê bertekek mezin a gel bikişîne, girt. Qursa Quranê ya ku zarokên 4-6 salî lê perwerde dibûn ji bo avakirina mala sersaxiyê hat girtin. Ev biryar weke bêhurmetiyeke mezin a li hemberî bawerî û nirxên gel tê binavkirin.